A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Derewîn
1608 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Derewîn

derewîn in lawê min derew para wan e ne birê te ne
li mizgevtê li mînberê li mîhrabê birayê te ne
parçeparçe dikin bi duayan pariyê nanê te
li secdeyê li rukûyê li qiyamê xwişk û birayê te ne

derewîn in keçko li derê çiyê neyarê te ne

derewîn in papûr lawo şev têra qîra wan nake
wapor li hêviya qeqlîkan nasekinin simît têra xwaka te nake
dibeze ber deriyan têr nake kontorên wê dimîne di dorê de
di rojiyê de di nimêjê de di hecê de xwişk û birayê te ne

derewîn in keçko li çarçirayê neyarê te ne

derewîn in berxo li ber rezîdansan xwe kar dikin di caman de
otobês nasekinin bi destrakirinan hildiweşin bajarên te
bayê kon rakir xuya nakin çilsiwar di asansoran de
di tesbîhan de di tizbîyan de di werdan de birayê te ne

derewîn in keçko li helebçê neyarê te ne

derewîn in egîdê min derew para wan e ne birê te ne
peyam nayên wehî sekinî ewr kişiyan ji serserê wan
kartê xwaka te bi rengê xwîna te digihîje çilsiwaran
di şerqê de di xerbê de li çiyê û kabê birayê te ne

derewîn in keçko li kurdistanê neyarê te ne

*Bi destûra helbestvanî ye.