A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Balat
491 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Balat

wexta ku dengê zarokan
li têlê ket
bajêr derdê min giran kir

ma ev bajar
bê sekin min diêşîne

bi cî nabin
tekerên biskilêta min
di nav kûçeyên bajêr de

ku dilê maliyên min neêşê
ezê jêkim
zarokatiya xwe
ji tiliya xwe ya qilînçekê

aniha
ez li kê binêrim xemgîn
kî pê bihise porê wî mîrkutî

*Şairî ji me re şandiye.