A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - “A”yeke Şîn
468 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - “A”yeke Şîn

me zarokên xwe
bi “a”yeke şîn dinixême
dayika me

mirin û hezkirin
her gav bi destên me digre
me bira û xwişk qerar da

av herikî
em mezin bûn
ji qirêjê em bi bal çêm de çûn
çem herikî bi şêwra xwe ya kevin
bi nava dilê me de

av herikî
em dirêj bûn
li ser etamînên keçên destgirtî
kêr li stûyên me xwişk û birayan geriyan

me zarokên xwe
bi “a”yek şîn nixamt
dayika me

*Bi destûra helbestvanî ye.