A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hafzî Şîrazî - Yûsifî Win Bû
160 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hafzî Şîrazî - Yûsifî Win Bû

Yûsifî win bû hemîsan dête ken`an xem mexo
xanî xem rojê debînî wek gulistan xem mexo

Ew dile xemgîne halî çak ebê dûdil mebe
ew sere sewdaye dê rû be saman xem mexo

ger temen yarî bika salêkî dî feslî behar
gul debête saye wanit bulbulî ciwan xem mexo

Toke razî xeybî nazanî umêdê bermede
piştî perdey lêyetî çakî niyazan xem mexo

Sûrî dunyaye eger dû roj bekeyfî tone bû
keyf û xoşî dêne we wek carî caran xem mexo

Ger be`îşqî dîtnê beytê berêwey bo hecê
balepêt raçê dir û dalî muxîlan xem mexo

Ger binaxet helkenê emro ke sêlawî neman
keştyewanit çûnke nûhe qet le tofan xem mexo

Gerçî rêga zorbetirse û nadiyare menzilîş
axirî kotay dê rêgey biyaban xem mexo

Çonêtî ême ledûrî yar û ser koney reqîb
pakî rû sûre lay zanayî razan xem mexo

Hafza lew kone kuxe û xelwetî şewgarî tar
zîkir û fîkrit ta du`aye û dersî Qur`an xem mexo

wergêranî be dîyalektî Kurdî Soranî: mamosta `ebbasî heqîqî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê