A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hadî Behlewî - Gelawêj Qurijî
226 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hadî Behlewî - Gelawêj Qurijî

Berî wextan....rijî xwar
Stêr çû ava
Aso reş bû
Gulistan bê gul ma.. hişk bûn pel
Ziwa bûn dar....
Xunav bêguman hew lê diyar
Newroz pişta xwe da me
Buhar bû xar
Pirs çilmisîn, bê rewan man, xav û sar.
Xwendevan bê mamosta man, bêçar.
Zanîn bê dibistan ma...
Xelat, Zozan, Cûdî bê xelat man.
Sêwî, bê xwedî birîndar
Dema şehsiwarê rist û rêzbenda ji hespê helbestan
Hat xwar
Tîrêjê ronahiya sirûdan vemirî
Hespê pêl û movikan ma bê siwar
Min jî dest li dest xist dema min bihîst
û ber bi çerxa gerdûnê çûm û lê kir hewar
Ho qederê... ey felek...xapînokî tu, bê soz û qerar
Te seydayê Tîrêj ji nav me bêveger bir.
Koça wî kir.
û pêre hiştin keser in pir.

Yek ji wan te nehişt çavê xwe kilkî bi dîtina
kurdistanek azad
Serbixwe li vir yan li wir
Yek jî bi têkilya nemerdan nehişt tîna xwe
bişkînî bi tewafa gora Berzaniyê nemir.
Hinga..guhdarê delal..di şîna seyda û ji çilê wî re
Ev rêz û ristik min bi darvekir.....

Ewrek reş û tarî va bi kulpan kirye halan
Asoyê me girtî wî ji Dêrik ta bi şam e
Bahozek lidarxist û li hawîr toz û dûman
Bayê ecelê zor û bi lez pif da çira me
Tîrêjê heta wa hunerî hew dide insan
Roja me dibû şev, vaye mestir bû kula me
`Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan`
Seydayê ko gazî te dikir pişta xwe da me
Koça xwe girêda û li ser şopek bê han
Bê xatir û destûr vaye çû barkir ji ba me
Estûneke avaniya hunra hate wêran
Daxek li dilan da, çi bi tesîr û ekam e
Xeşmê li me mek (bilbilo) ka tê çikî ferman
Hibra me ziwabû, û ji min perçe bû xame
Ger karibî bahozê bixî gumgum û cêran
Ava deriya sor û sipî têxî du cam e
Derzî darvekî bi çendekê çend gamêş û fîlan
Hestan tê nikarî bikî pêda û sedema me
Ev çilroj diborin wekî gogê ez bi dewran
Manendeyê goyînê bilerzîne li qam e
Pêpê digerim ez li hevok û pirs û tîpan
Rêzbendeke rêzdar be ji bo sarkî kela me
Ez tînê hevokik xweş û pirsek helo û rewan
Asa bê di şînê de,go hêja bî meqam e
Lewra ev e Tîrêj bû li esmanê me Kurdan
Komek ji stêran bû, ne perwîn û beram e
Tîrêj va te çêkir bi xet û xêzik û xaman
şalek xweş û zîba te bi dilşadî dida me
Azarê me Kurdan te hilanî ji dil û can
Wek xwînê diherikî li rehan jan û xema me
Rewşen kirî tor û edeb û ristik û xweşxwan
Dengbêj distirên wan va bi awaz û meqame
Gazî te dikir gel ma nebes, ev xew û razan
Dagêrî welatêm hê dixwin maf û keda me
Ev reng e ezîtî ji we bê hêz dikî karan
Biryara biyanî li we xweş tê berî a me
Ev kîn ji me Kurdan kete mêjî bûye wek jan
şerme ez bi rastî yek li yek nakî selam e
Yek perçe be ey Kurd ne bi cad û ne bi kînan
Bê yektî û zanîn û edeb kes naçî dame
Rêça serxwebûnê te bi rastî daye nîşan
Te ji gel re digotî here pêş raste riya me
Seyda te digo ji ber mirinê beyhûde bazdan
Iskenderê Romî bî, çi Cemşîd xwedî cam e
Qarûnê xwedî mal bî, weyan dektorê luqman
Keyxusrewê Mîdî bî, xwedî tac û peyame
Seyda xwezî dîbame ji sê parî Kurdistan
çendik ji birûskan,weya çend xêzik ji name
Omîd û hewara te bû tim şahê li Berzan
Ma qey go di şîna te`d bijîn?!şerm û herame
Tîrêj te ji wênê xwe dikir pirs û sûalan
Ka wê çi be halê te,eger bê dawiya me
Ka wê te bi dilsozî hilînin li civatan
Ya xod tê bibêjî va tu çû ez tenê mame
Seyda serî rake hela va ev der û meydan
Milet bûye lek lek,li ger û çol û şiqam e
Mînaka te hildane li ser sîngan û destan
Yek dengî dibêjin namirî, saxe li ba me
Yek dengî dibêjin namirî saxe tu rêzan
Sinbol û nigare tu li ser berz bî name
Ê wek tene Tîrêj timî şana dev û lêvan
Naçin ew ji bîra me bi salan û heyam e
Seyda va li ber te ditewin bejn û ser û can
Bo yên wekî Tîrêj ditewin tim ser û qam e.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê