A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Weha Meşxûllî To Ye
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Weha Meşxûllî To Ye

Weha meşxûllî to ye cîsm û canim
Be rohkêşanî xom zehmet bizanim

Reqîb û seg çi lazim ta emin hem
Be rojê dergewan, şew pasewan im

Mîsalî ronî zeyt û mêwî şane
Gellî zahîr bû sûtanî nîhanim

Perêşanî dill û cem’î reqîb e
Le sewday zullfî to sûd û ziyanim

Billên: Qadir; delçêm: Naw Hebîb e
Be zîkrî êwe wa fêr e zubanim

Ewî şa’îr nebê kore wicaxî
Le sayey şî’rekan babî kurran im

Mellên: Bê kare bû Hacî le Roma
Emin piyaw im le nêw şarî jinan im
Helbestên din ên Helbestvanî/ê