A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Wa Dîyar e
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Wa Dîyar e

Wa dîyar e resim û qanûnêkî dewran dadenê
Kurdî ême gerdişî germên û kiwêstan dadenê

Ey emîrî kurdekan bo êwe ‘eyb e û şûreyî
Hîzekî wek………………........ dadenê

Bo ke ye namûs û ‘ar û bo çî ye îman û dîn
Xaç û încîlî le cêy tefsîr û Quran dadenê

Herke tacî naye textî le Kurdistan dadenê
Xerc û pîtakî le ser goran û soran dadenê

Medrese deykate cêy qîssîs û rehban û keşîş
Bang e naqûsî, le tekyeş pîrî metran dadenê

Bo îhanet kamî sahêb ‘îzzet e ‘ezlî deka
Bo rezîlî cûtyarî xoy û gawan dadenê

Hem le cêy begzadekan û cêy fillan îbnî fillan
Bo rîyaset ser be ser elqabî... dadenê

Her le paş çend sallî tir tesxîrî Bexdadîş deka
şarezûrî qişlle ye, debbo le Baban dadenê

Bax û raxî bilbile deykate cêy zax û zexen
Gurg û mam rêwî le bêşe û lanî şêran dadenê

Xanetan wêran deka qesr û qusûrî lê deka
Bo emey neçine ‘ecem êlçî le Taran dadenê

Bo kurrî çak û kiçî şîrînî raykêşê be zor
Kullî şar û dîhkede casûsî penhan dadenê

Ta bizanê kê niwêjî kird û rojî girtuwe
Bo sîyasetkirdinî penca nîgehban dadenê

Ta weha bêîttîfaqî û serkeşî bê şêwetan
Tacî kîbr û nîxwet û xîret le sertan dadenê

şarezay ehwallman e... bêgane nîn
Daxî sed sallî heye emrro le kurdan dadenê

Xizme besî ye, tê bigen her baye qewlî...
şahî Êran radeka sulltanî tûran dadenê

îste me’lûm bû.....
Zahîren her kamîyan ta’et deka, nan dadenê

Rêgir û hîz û diz e, jin hellgir û mallanbirr e
Faîdey çî nêwî kunyey xoy musullman dadenê

Wa dezanê qewmî xoy wek daye ber şîr û tifeng
Qesrî dîn awa deka, bunyadî îman dadenê

‘Eqllekî Xuwa dawye ger pîrejin serfî bika
Destî Rustem badeda, tûran le Êran dadenê

îstekê eyyamek e her mîlletê hîmmet bika
Mûrî bêmaye le ser textî Suleyman dadenê

Beytî Hacî çunke efsaney turkbazî nîye
Zor werrîn e, ba wicûdî durr û mercan dadenê

Saîlêkî mekkeyî dêt û be mektûbî diro
Hîşmetêk peyda deka, mallî firawan dadenê

Gewre deyxwênêtewe, hem biçke deynûsêtewe
Beytekanî min le goşey taqî nîşîyan dadenê

Bîstûsê beyt e qesîdem her kesê giwêy lê bika
Pê le ser taqî meh û eywanî keywan dadenê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê