A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Tacî Bismî Llahî Rrehmnî Rrehîm
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Tacî Bismî Llahî Rrehmnî Rrehîm

Tacî bismî llahî rrehmnî rrehîm
Name ser bo def’î şeytanî recîm

Macerayêkim heye bê bêş û kem
Hîç diroy tê da nîye ba bot bikem

Banîyî no taqî qubbey bêstûn
Ke’beyêkî bo me kirde rênimûn

Qasîdî peyxamî fermûy: Men bena
Mescîden yubna lehu kema

Baz fermûy ser be ser rûy zemîn
Mescîd e bo zîkrî rebbî l ‘alemîn

Ye’nî her mallê kira bê bo Xuda,
Ke’bey ‘elya ye bo zîkir û du’a

şikllî tekye û xaneqahî şêxekan
Waqî’en rengîn e emma bo rîyan

Lem hemû şêx û murîdaney rîya
Ferdekî naçête mizgewtî Xuda

Mescîd û mîhrab û mînber bêkes e
Her mepirse hallî çon e medrese

şeyxena ger em qiset nayête giwê
Seyrî wa çolle kerî tê da bigê

Nakirê bem hay û hûye def’î rûs
Herwekû şêxî Buxara û Endelûs

Mîslî êwe pallyan da be du’a
Axîrî kafir be rîşyan da rîya

Piştiyan da hîmmet û şeyxûxetî
Ta feransiz pakî kirde mîlletî

Merqedî eqtab û qubbey ehlî raz
Bote cêgey gagel û mollgey beraz

Hînd û Daxistan û Qazan û Qirim
Xêwe û Hînd û Buxara û Xiwarrezim

Yek be yek wek êwe bûn û zêdetir
Ser be ser bo barî kafir bûne ker

Mu’cîze û keşf û keramat û du’a
Bo çî neybû fexrî ‘alem mistefa

Cîsmî nûrîn û didanî gewherîn
Ew şika, emyan buwe cêgay birîn

Sebhe û mîswak û xerqe û teylesan
Bûne pabendî cîhadî xazîyan

Em hemû şehbaze bûne kundebû
Xellwe kêşan û çile sûdî çi bû

Seyrî nakey taîfey ew şêxekan
Wek sehabe û ‘adetî pêşînyan

Rût û pêxawis be zergêk û metall
Bawkî bo dû pûl derdeynê le çall

Qesrî dîn, binc û binaxey mehkemî
şîr e û tîr e dîrek û taq û xemî

Musbhet e fermûy hebîbî kîbrîya
Min nebîyî şîr im le meydanî wexa

Gullşenî pirrmîwey baxî me’ad,
Wa le jêrî sayey tîxî cîhad

Kê gutî: Mîswak e tîrim ya ‘esa
Nêzeme gurzî giranim munteşa

Ya kemendim ruşte ye, tîxim teber
Post û keşkoll û defe û tac û kemer

Kam hedîs û ayetî mu’cîz numa,
Hatuwe bo rexbetî reqs û sema

Em îşarate be cêgaye û be rê
Nek wekû çawbest e terrkî bin berrê

Darî dinya her kesêkî têy geyî
Mîwey xamî heye û mîwey geyî

Pendî min xamî dezanin xamekan
şîrin û puxtey dezanin puxtekan

Takî dunya maye puxtey her heye
Lem ker û xamey ke hen bakim nîye

Ba billên: Em şête qehpe mirduwe
çend werrîwe, çend wirrêney kirduwe!

Heq te’ala waqîfî ehwallim e
Xalîsen lî llahîye terqîmî eme

Beytekan ‘eybî meken xwar û keç in
Meqsed im lem bend û bawe derbiçin

Werinê em dunyaye nefsî çî ye!
Ger le ber êwe nebê bakim çî ye!

Min le tofana berrî xom derdekem
Wa mezane damenî xom terr dekem

Êste herçîm pê billên ‘eybî nîye
çunke însan ‘îlmî xeybî pê nîye

Axîrî çî wehşî ye mallî debê
Cahîlîş ew roje dê hallî debê

Em qise ba lêre bê mandî bûm
Bot bikem basêkî boyan kirdûm

Pêy gutim: Ehbabekî sahêb heşem
Ser guzeştêkim heye ba bot bikem

Bazî xew îmşew le ber bêhemdemî
Bû be nesrî asmanî hewtemî

Zaxekey şew baweşênî şaperrî
şem’ekeyî kujandewe weqtê firrî

Beyzekî cê ma le gell derkewtinî
Asman zerd û sipî bû damenî

Mahî bêmîhrim le derga hate jûr
Matem û şîn û xemî kirdim be sûr!

Kurt û kirmancî ke girtim be reza
Xistim û baqî weku beytî Reza

çunke zanîm îş ke kewte giftûgo
Bêserûpê ye weku çewgan û go

Axîrî nayê weku rûbar û çom
Ya şerre ciwênî le nîw xerrat û dom

çî pîyaw bê tê dega romî çî ye
Basî rimbazî û siwarî bo nîye

îttîfaqî dulberêkî bêkeder
Hacî enwa’î lîbasî kirde ber

Bê cîyaz û mareyî deyda be şû
Lem hemû kurdane daxwazî nebû

‘Aqîbet deyxwazin emma ew demî
Pîr buwe, nazê kel û kome demî

Ew zemanî bûne ardî nêw dirik
Pareyek naka dû sed car bête rik
Helbestên din ên Helbestvanî/ê