A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Rostemî Mazenderan
133 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Rostemî Mazenderan

Rostemî mazenderan ew weqte destî birdewe
Hate rêy Dêwî Spî azane destî kirdewe

Her weku şaranî tir kes aşnay Koyê nebû
şuhretî ebyatî min xellkî le ser ko kirdewe

Her kesêkî daye ber şeq zallî dunyay denî
Goy le meydanî cewanmerdanî ‘uqba birdewe

Em hemû zullmey reqîb kirdî le axîr dulberim
Mallî awa bê be maçî lêwî tolleyî kirdewe

Dastanî hîcrî min şerhî be nûsîn nakirê
Pêt dellêm çon e eger çawim be çawit kewtewe

Ahî min sûr e, çiya wek loke hellacî deka
‘Uqdey zullfî girêy mûyîne ba naykatewe

Her ke bîstim pêm dellê: Hacî segî derganem e
Min le tirsî gurgî bedkarim kerî xom bestewe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê