A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Qîssey Şebî Hîcranî
123 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Qîssey Şebî Hîcranî

Qîssey şebî hîcranî meke basî sibeyn e
Lew şamewe ta subhî dûsed fersexî beyn e

Mewrûsî tu we xullqî hesen, husnî xelayiq
çunkî ke musexxer bikirên herdû huseyn e

Qanûnî şîfabexşî nîgahit be îşarat
Celladî rimûzî kutubî hîkmetî ‘eyn e

Zahir meke dellakî be Mûsay yedî beyzat
Bo xettî yehûdî ke şerrî Bedir û Huneyn e

Ta sade bû canî nedewîst îstêke le’lî
Dû şahîdî mestî xetî hênawe ke benî ye

Dill germ e be dewrî qemerî gerdişî çerxî
Xurşîdî zemane ke hemû mûcîbî beyn e

Yar hatewe fermûy xetim hênawe be sewqat
Pêm gut: Eger em tuhfeye bo Hacî ye meyne
Helbestên din ên Helbestvanî/ê