A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Perêşan Zullfî Tatarî
115 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Perêşan Zullfî Tatarî

Perêşan zullfî tatarî mîsalî ejdîhay ceng î
Nezîrî seruy kişmîrîyî, qîyamet qametî şeng î

Le şewqî şem’î ruxsar î, le bîmî te’nî exyar î
Le kulbey sîney narî desûtê dill be bêdengî

Le ew lay kes qutar nabê çi mu’mîn bê çi kafir bê
Le em laş kes xelas nabê le hînd û deylem û zengî

Temaşam kirduwe neqşî derahîm serfî memnû’ e
Ke çî qazî îzafey kird be miftî hate ber çengî

Dû marî zullfî şebrengî ke bê bo le’lî zehhakî
Le tirsan pêy deda Hacî Fereydûn textî xoşengî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê