A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Perçem û Fêsî Keçî
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Perçem û Fêsî Keçî

Perçem û fêsî keçî to ey ciwan
Tacî keyane û ‘elemî kawyan

Min le xemit rêgeyekim kewte ber
Xwanî beheşt e û seferî heft xwan

Bêjenî çahî zeqenî to ye dill
Rahî necatî felek û rêsman

Tîrî mujet bo dillî esfendîyar
Tîrî gezî Rostemî Mazenderan

Fîrqetî to leşkirî êranî ye
Sebrî minîş leşkirî tûranîyan

Besîyetî sa xwênî sîyaweş nîye
Can û dilit birduwe hem dînman

Hacî ye fîrdewsî kurd, sa etoş
Giwê weku Mehmûd mede qewlî bedan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê