A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Mematim Heyat e
114 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Mematim Heyat e

Mematim heyat e, heyatim memat
Ke lêm tund debê ew demî îltîfat

Lebî nazenînî be xettî celî
Le Êranewey girtuwe ta Hîrat

Umer Gunbetî lezzetî datepî
Tektellûy şika zînî espî heyat

Tema’im bo dunya û ‘uqba bixom
Emim çû le dest û ewim bo nehat

Le xurbet be şahî le bîr nakirê
Zemanî ciwanî û yadî willat

Le Quşxanewe ta demî îçqella
Le Bayzaxewe ta mehelley Qellat

Hemû xizmî xom in dezanim dellên:
Le bêhurmetîman bû Hacî hellat!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê