A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Le Ser Şew Rojî Danawe
135 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Le Ser Şew Rojî Danawe

Le ser şew rojî danawe, mellên fêsî le ser nawe
Le ber ba camî yaqûtî be mîşkî wişkî dadawe

Le damênî çîya bo xermenî gull xêwetî xara
Be dû estûndekey zîwîn tenafî zullfî helldawe

Le berqîy rengî şerwallî heya damênî hellmallî
Le teqqey dengî xillxallî le gerdûn zuhre damawe

Le teqqey nall û şeqqey panî berzî asman lerzî
Teq û toq kewte ser erzî, dellêy mehşer hellstawe

Le nawey hellgerrawey zullfî xallî reş temaşa ken
Bo teyrî dill bî’eynîhî dellêy em dane ew dawe

Be sed xûnî ciger fêrî nîyaz û naz û ‘îşwem kird
Ke çî êstake demgatê dellê sa la ço bew lawe

Le teswîrî qellem mûy kewte ber dem nuqtekî danat
Ewî kirde kemer neqqaş emî bo zarî danawe

Derî to Ke’be bû Hacî tewafî kird û neyzanî
çi qewma Ke’beke çi bû, Mescîdul’eqsa ye rûxawe!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê