A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Le Meydanî Behara
140 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Le Meydanî Behara

Le meydanî behara şarekey Ko
Qubey kîşmîrî da ber şeq weku go

Le mabeynî Kekon û Heybesulltan
Nisêy êware û sayey sibeynan

Le lam zîllî huma ye çetrî senber
çi cayê sêberî ser û sinewber

Beharî bo gull û bo mîwe payîz
Nezîrî ger billêm nabê be cayîz

Be rengî asman tamî nebat e
Be safî kewser û awî heyat e

Nimûney cennet e şîwî rezanî
Beharî şam e eyyamî xezanî

Gullî hacîlekanî deştî Hamûn
Nekey bîdey be nergiscarrî gerdûn

Le ser kêwan gullûk û laley sûr
Yedî beyzay Mûsa ye le ser Tûr

Le xunçey new demîdey bax û raxî
Dellêy gerdûn e hellgîrsa çiraxî

Demawendîş be nîsbet şaxî ême
Beharî çeşmesarî wişk e, dêm e

Le rêgay Ewrupayî gerçî westan
Le teswîrî weku ker pakî westan

Le kin Bîtwênî ême deştî Lacan
Weku rêy Bane ye, hewrazî Cêcan

Ehalî Rostem in weqtî şeca’et
Le Hatem zêtir in weqtî sexawet

Kurrî xîlman e, kiçyan ‘eynî hûrî
Nezer baz in welêkîn dûrbedûrî

Be nîsbet ‘îsmetî mêrdî le gell jin
Eqalîmî tir in ser sorî bê bin

Musafîrperwer û yarî xerîb in
Ewan in wa le her ‘eybê berî bin

Le dîndarî feqêyan wek çîya ye
Melay bo gencî dîn Hacî qella ye

Meken men’im hemûy rast e meqalem
Be burhan û hedîsî fexrî ‘alem

Weten mehbûbeyêk e hucre arayî
Nîşaney dîn û îman e temennayî

Le Adem bigre ta dewranî êsta
Yekêk e Hacî lew xake hellista

Ke xemxwarî bika bo mîlletî xoy
Le beynî gewrekan û şêxî bêpoy

Zemane tûşî derd û xurbetî kird
Xemî Koyê perêşanî hemûy kird

Be qeddî awegird e derdî dûrî
Nezîrî êçqella ye bê hizûrî

Dû axay mawe wek bîstûme exbar
Emîn Axa û Hem Axey sahîbî kar

Emîn û piştîwanî qesrî mîllet
Nîgehbanî xezîney dîn û dewllet

Le dinya da îlahî her bimênin
Biney bêîttîfaqî hellqenênin

Le qoç paşawe ta êsta emîrêk
Le Koy peyda neybû yaxud wezîrêk

Le ber bêêttîhadî bûne miskên
Le axîr da weku zanîwme helldên

Le mabeynî killawsûr û killawrreş
Perêşan û dîyar in mîslî gay beş

Le ber em natebayî û kînecoyî
Le lay romî zelîl in merdî koyî

Weku bîstûme ey yarî nîkopey
Le te’rîxî Cem û Eskender û Key

Be şîr û xame dewllet payedar e
Emin xamem heye, şîr nadîyar e

Ne beydaxî heye ne tepill û kûsî
Emendey pê kira bêçarenûsî

Wezîfey xom be cê hêna temamî
Be şîr û dewllete mîllet nîzamî

Ewa xoy kirde mehdî Hacî Qadir
Ne Nadir şay heye û ne şahî nadir
Helbestên din ên Helbestvanî/ê