A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Le ‘Eynî Le’lî Kanî
316 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Le ‘Eynî Le’lî Kanî

Le ‘eynî le’lî kanî xettî sebzî bû be mîwanî
Nenazê ba xidir îtir ke meşhûr e be heywanî

Heta kuhlî xubarî pêy nekate çawî xoy merdum
Sewadî xwêndinewey nabê şikstey xettî reyhanî

Ke hat û kewte hellqey gêjî Miryem ew deme yekser
Erestoş wek Filatûn tûn be tûn çû kewte heyranî

Eger em zullfe muşkîne, weger em le’le rengîne
Dellêy sehray maçîn e, dellêy kanî bedexşanî

Bixwêne kafîye û şafê kemalî neş’ey camî
Sedî wekî to hacîb serfî ‘umrî kird le derbanî

Be cê ma Nalî wek nallî, be paş kewt kurdî wek gerdî
Ke Hacî xarî da espî le meydanî suxendanî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê