A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Le Dû La Ejdîhay Zullfî
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Le Dû La Ejdîhay Zullfî

Le dû la ejdîhay zullfî le gencî husnî allawe
Le layek ‘aqllim emma le ew lawe teme’ xaw e

Le bo merdum weha çak e ke mallî xoy le ber çaw bê
Weku çawim le dinya da eger mehsûlî her aw e

Le jûrî awî Mûsa ye, le xwarî agirî Tûr e
‘Ecayib xettî Fîr’ewnî nexinkawe û nesûtawe

Eger çawim le durr barî ne ‘eynî ma ne asarî
Le dînî nakewê çunke nîşaney xallî her mawe

Emêstê mûrî xettî maç be wechî tuhfe ger bênê
Eger laqî kuley pê da Suleyman xatemî dawe

Be ser rûma deyê tabûrî eşkim bo mededkarî
Ke dîtim qel’ey husnit supay xet mehserey dawe

Yeqîn murxî dillim Hacî le dawî zullfî dernaçê
Heta em xalle muşkîne mekanî ‘enberî xaw e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê