A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Ke Hesta Qametî Berzî
121 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Ke Hesta Qametî Berzî

Ke hesta qametî berzî le ferqî ta weku erzî
Perêşan zullfî sed terzî be yek da darrja û lerzî

Le dewrî tabeta westa le teşbîhî dillî westa,
Mu’ttel bû gutî: Êsta le çîn û pêçiş û terzî

Seday ya heyyu î derwêşan le tirsî zullfî pirrçînî
Le ‘îsa ‘ersey gerdûn be teng hat herweku derzî

Le sewday zullfî pirrçînî le nêw çînî numayan bû
Xeta û çîn û xuten yekse giriftar bûn le jêr qerzî

Hellîda zullfî çewganî kurey xurşîdî da ber şeq
Ke dayda çî melayîk bû le gerdûn hate ser erzî

Heyayî çû çetrî tawus baregahî şe’şe’ey xurşîd
Kemindî pîleten, zincîrî Dawid, gurzî goderzî

Deqîqek bê serî mûyek le zullfî wergerrê mewda
Le gell subhî qîyamet da deka bê teqye serberzî

Mirîdan mest û serxoşin leneşey badekey destî
Melayîk cumle bê xoşin benazî çawî pirr remzî

Miradî min mirîdî xalîs e xeyyatî ye karî
Melayîk sûret e, ah û nîgah e, Hacî ye terzî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê