A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Hemû ‘Umrim
327 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Hemû ‘Umrim

Hemû ‘umrim le rêy hatûnehatî
Be ser çû ey ecel her to nehatî

Le destî hacîbit çawim xulamit
Beratî qebr e, peykan e xellatî

Berux ferz e xubarî summî espit
Bimallim şahî pîl efgen be matî

Le tawî xusrewî seyyare encum
Hellatin, yarî min to hellnehatî

Le rehnî wî debê sofî weku min
Bika pêşkeş hemû sewm û selatî

Dezanim rehmetul ‘alemînî
Le bedbextî min e kemîltîfatî

çi gencêk e îlahî gencî husnit
Le hîç dînê nebû wacîb zekatî

Le tûşîy xom bû herçî tûşî xom bû
Le destî xoyetî Hacî şikatî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê