A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Ew Felek Rîf’ete
329 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Ew Felek Rîf’ete

Ew felek rîf’ete her lehze nîqabêkî heye
Kê dezanê weku min xane xerabêkî heye

Rast e dill xestew û bêçar e weku nergisî to
Nergisî mestî eto bes nîye xwabêkî heye

şem’î min serzenşî qet meke perwane eger
Êste xamoş e şew elbette cewabêkî heye

şî’rekanim ke xerîbî weten û new û sefer in,
Were bîxûnewe em nuqte sewabêkî heye

Qedrî Hacî bigrin meqsedî her dîde nîye
Werine herçî bigrî nanek û abêkî heye!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê