A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Em Xeyme Ke Şemsîyey
124 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Em Xeyme Ke Şemsîyey

Em xeyme ke şemsîyey şahenşehî erze
Ta çadirî nîlûferî ser teplekî berz e

Etnabî weku tûlî emel la mutenahî
Ewtadî weku kêwî Uhud merkezî feyz e

Seqfî weku gerdûn e, şkafî weku encum
Perdey weku edwarî sema etllesî sewz e

Herwek elîfî can e stûnî le sikûn da
Nek tabî’î xeyr e muteherrîk weku hemze

Ewsafî weku xettî dû zullf e be çep û rast
Wek marî mutelsem ke telîsmî serî kenz e

Wesfî çi bikem? Nêwenî gull, damenî sunbul
şayist e sanexwanî bikem herweku ferz e

Lay jûrî semen nêwenî gull damenî sunbull
Lew sûret û me’na ye ke sed cennetî lexz e

Fîlcumle weku xallî ruxî dulberî Hacî
Dillpest e, desa badî seba heste melerze!

Her lêre heta deştî beheşt ayinî lacan
Ahîste birro nek weku dêwaney herze

Ta daxîlî xellwet debî emca be wekalet
Xakî qedemî maç bike bem terze ke terz e

Me’zûnî ewende weku ahim be nezaket
La dey serî zullfî ne weku bîxeye lerze

Em new’e gulle hell dekewê sallê le qerrnê
Nek wek gullî bazarrî ye hersalle ke sewz e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê