A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Eger Xallit Billêm
145 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Eger Xallit Billêm

Eger xallit billêm mîşkî xeta ye
‘Ezîzî min emem ‘eynî xeta ye

Le ber newxêzî sebzey dewrî lêwit
Tenim kahîd e mîslî bergî ka ye

Dellên ‘ennab û şekker çak e bo derd
Gullawî lêwî to bo min şîfa ye

Tebîbim hate balînim wehay gut:
Dirêxa derdî ‘îşq e, bêdewa ye

Eger kufir e billêm min mubtelatim
Were sa bimkuje bîlla xeza ye

Ewe xall e le ser gonay şerîfit
We yaxud daney dawî bella ye

Xemîde qametî dawî xemî tom
Emendey rast e Hacî bê rîya ye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê