A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Eger Cur’ey Reqîbit
318 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Eger Cur’ey Reqîbit

Eger cur’ey reqîbit la gullaw e
Nekey bîxoyewe pîs û gillaw e

Le nexmey mutrîb û meydanî saqî
Birînim kewte so, daxim kulawe

Le rêgey to ewî bê pa û ser bê
Pilluqey kewş e, ferqî bê killaw e

Mellê nayxwêntewe namey fillanî
Le birjan û le sûtana kullawe

Be yadî kuncî to Hacî weku bûm
Le me’mûre deçête naw kelawe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê