A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Daxî Kirdim Be Cefa
800 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Daxî Kirdim Be Cefa

Daxî kirdim be cefa la le ruxê zîbayê
Pîrî kirdim be sitem la mezebê tersayê

Tîjîn weqtî sitem, gahî kerem bê beserê
Le wefa hîç nezanê le cefa danayê

Yarî exyar û be xoy mu’mîn û kafir sîfetê
Xizmî duşmin rewuş û qatîlî bê perwayê

Namusullman, senemê, xûnî musullman rêjê
Serkeş û bedxû û hem dilşiken û xudarrayê

Qîssey halletî ew keşfe le rom û ‘ecema
Nîye wek Hacî bêçar e ebed rîswayê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê