A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Cehlî Îşkalî Mesaîl
178 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Cehlî Îşkalî Mesaîl

Cehlî îşkalî mesaîl wa xetî zanînim e
Zullfî to qeyd û hewaşîy sîlsîley ahînim e

Dexllî xercî xom e baranî nebatanî zewî
Hewrî payiz rûyî sûtan Xusrewî hawînim e

Xame daxwazî deka ebkarî me’na, pêy dellê:
Rûsyahî dû ziman qet’î sert kabînim e

Rojî hîcran meylî exyarî hebû ha bimkuje
Hamîlî barî xemit her gîyane çaw xaînim e

‘Ezmî tabûrî sefî mujganî to bom hat be taw
Hêrişî bo tel’ey îman e ya ayînim e

Seyrî Hacî kirduwe yar hat û êsta deykujê
Ya Xuda wa bê emin çend sall e wa amînim e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê