A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Bûkî Dinya
355 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Bûkî Dinya

Bûkî dinya wek dellên wa bêheya û bêferr nebû
Hênde damenhellkira û hîz û mallangerr nebû

Rêy nîşanî ême da ew roje Adem derkira
Boyekî em ‘aleme bê şorriş û bê şerr nebû

Sofî bem renge ke wa goştî birakanî dexwa
Hîkmet e rîşî weku caran dirêj û pirr nebû

Nîsbetî ême û Urûpa qetrey derya nîye,
Boç ulul’ezmêk be ‘ezmî be’setî pêy terr nebû

Kê gerrî pê kirdibûy tûşî bellay xotim bikey
Ew deme basî ‘ezab û dozex û kewser nebû

Ey mehî dû hefte ta şems û qemer toyan nedî
Danegîrsan ew mîsalî agir, emyan girr nebû

Bem hemû tecrîde wa Hacî dillî xoşî nedî
Ta le etwar û qisey em dewre kiwêr û kerr nebû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê