A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Bestey Zullfî Nîgarêkim
194 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Bestey Zullfî Nîgarêkim

Bestey zullfî nîgarêkim resenbazî deka
Seffî mujganî le tabûrî supay xazî deka

Samîrî gosale ye turreyî ke terrarrî deka
Sahîrî eslî heye xemzeyî ke xemmazî deka

Herweku ‘îsa le ser behrî hewa kewte sema
Herçî mûsayî nebê çon nefyî î’cazî deka

Min feqê m û xeyrî sîparem le baxell da nîye
Ew kesey sahîbqiran e îddî’ay xazî deka

Saxî lem rêgaye da karî le dîn çî? Sadiq e
Her kesêkî ‘aşîq e elbette enbazî deka

Dill ke derbendî heya û neng û nam û ‘arî ye
Ew qisûrî kirduwe dê arezûy nazî deka

Seyrî lew tennazîye qazî be miftî nakirê,
Sofî îmanî deda Hacî be giyan razî deka
Helbestên din ên Helbestvanî/ê