A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Be Qisey Bê Ser û Pa Tallî Meke
204 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Be Qisey Bê Ser û Pa Tallî Meke

Be qisey bê ser û pa tallî meke lezzetî xot
Bê mubalat mesûtêne çiray fîkretî xot

Halle neqdîne ye, musteqbel û mazî peşm e,
Bê emel serfî meke sîm û zerrî fursetî xot

Ey Suleymanî zeman axîrî deygêrrîyewe
Be hîkayet weku xot selltenet û hîşmetî xot

Min be peyxam û be qasîd muteselî nabim
Ta ku bangim nekeye baregehî hezretî xot

Were ey dill besî ye, bîde seganî derî yar
Dillekey kutkutî min ya cigerî letletî xot

Zullfî seddef’e gutî: Xane xerab rûy mederê
Heyf e berbadî meke şanî min û şewketî xot

Boçî yaranî weten dill deşkênî Hacî
Zahîren naçîyewe to, basî meke xurbetî xot!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê