A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hacî Qadirê Koyî - Aftabî Husnî To
386 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hacî Qadirê Koyî - Aftabî Husnî To

Aftabî husnî to roj e ke dê û awa debê
Qametîşit wek hîlalî yekşew e awa debê

Kame dana mêzerî dana û fêsî kirde ser
Bêheyar û serpel û serxoş û bêperwa debê

Padşahêkim heye ger min bikate dergewan
Hacîb û xeddamî min Eskender û Dara debê

Dawî nawe zullfî dûlane le herdû lamewe
Dill giriftar e eger lem la nebê lew la debê

şew le bezmî dulberim bem te’ne wa sûtandimî
çawî da perwane fermûy ‘aşîqî her wa debê

Wasîfî qeddî eto xamey debête ney şeker
Elfî qeddî musteqîmî qafîyeyî balla debê

Ser sipî û dill reş bû Hacî ta feqê bû, êstekeş
Rûreşêk e rîşsipî, Xuwa ‘alîm e her wa debê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê