A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hac Ebdilferîdê Mele Ibrahîmê Golî - Tîrêj Nemiriye
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hac Ebdilferîdê Mele Ibrahîmê Golî - Tîrêj Nemiriye

Payîz û buhar dem sal in xweş in
Xwerist û jiyan bi wan ve geş in
Di rixt û mêwe ev genim û ce
Nav dixwe medin axa me dide..
Neyar diçinin nehêlit dixin
Lê em weke Kurd tî mane zigurd..
çima mijdarî serê xwe xwarî
Dara jiyanê te pel jê weşand
Cegerxwîn revand helbest dihûnand
Wî hêvî diçand wî şîn dicivand
Dest didane hev ciwanên bengîn
Sema digirtin bi mihr û evîn
Ji baxê gulan sitrî diçinin
Rêka mirovan kelem dibirin
Bi armanc digot nebû delodîn
Ji ber ku çawê dilê me şikest
Qirdê me kor e bi kovan û mest
Pir em tengijîn xemxur û xemgîn..

Adara çikûs zirza bê mirûs
Kê tu niquçand tilî te hilda
Wilo dest bi dest te bi dil veda
Te pênûs şikand te diwêt rijand
Ji dilên bi kul keser difirand
Dijî kedxuran wî rim dihejand
Tîrêja rojê simbil dipijand
Simbila jînê mêwe digihand
Kesk û sor û zer gul pê vedibûn
Kulîlk û beybûn gulşen hey dibûn
Bilbilê şeyda sirûd tê dida
Tiltivîk û kew şalûrê rengîn
Qulingên bedew bi lîs û hêlîn
Kê pilwaz didan lê dikitin xew
Tîrêj çû ava kulîlk çilmisîn
Xweza xeyidî tilûr pinisîn
Bîra me anî koça Cegerxwîn
Birîn axivîn birîn axivîn..

Dîroka me ye timî raperîn
Dîrok me girtî dastana Hitîn
Ji mala pîroz kê berda Firing
Ji ber kê revîn di cengên bi deng
Li Mercdabiq kê berda neyar
şerê çaldêran dibû tar û mar
şiqêf û Ernûn kî bû xwîn rijand
Bi dem û dewran kê neyar şikand
Xwîna me tal e wek zilindar e
Pişka me qar e çima ifar e?
Bê nan û xwêtî çima li kar e
Li ser vî gelî qîr û hewar e
Me biçûk dikin her ro terp û toz
Tipê kurd bin lawaz û aloz
çanda me dizîn ziman tê birîn
Ev ne rewa ye çima gurgîn..
çima bermalî herî ê me bin
Em ne çêlîkên `Eyşka `ereb in!..
Na mijdarîna adarê na na
Qîma me nehat tebax vaye hat
Berbangeke nû rojek nû hilat
Li ber şewqa wê niqir vejiya
Gelê birûmet rabû ser piya
Ji ber tîna wî neyar bezdiya
Berxwedan e jîn alinde mizgîn
Arê nixumî bû pêt û rivîn..
Qirx bilind bû li dû bayê nû
Ronahî pêket zanîn birêket
Deng bi deng ket me kostek birîn
Gelek Cegerxwîn Tîrêj aferîn
Me haştî divê biratê divê
Wekhevî divê wekhevî divê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê