A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Xenîmê Te Bin
182 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Xenîmê Te Bin

Dest di dil de dijiyam
Berê
Ji tirsa çûyîna te.
Min digo evîndarek
Ya heye, ya tune ye
Tu wek xwe bûyî
Geh hebûyî, geh tune bûyî.
Lê pirrî caran bi tunebûna te xenî dibûm
Ji îro pê ve
Tu ha heyî, ha tune yî.
Ne tenê ev hatina min a dawî
Her hatinên min gav bi gav
Her bendemayînên min sal bi sal
Xenîmê te bin.