A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Qelend
163 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Qelend

Qapaxên çavên min
Ji zûde ye, bi saetan
Bi hev şa nebûne.
Berê
Gava şev bihata xwazgîniya hêsrên min
Qelenê wan bi heft gundan bû
Niha di dawetan de pişderî jî nastîne
Hêsrên min ên eşîr
Ji bo dîtina çavên te
Bûne qereçiyeke birû
Li ber deriyên te