A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Qehwe
198 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Qehwe

Piştî salan
Gava hêrs û hêsiran dan dû hespên salên berê
Gava hestên kujer û bihêsir riziyan...

Gava rûyên bêbext û xweşik
Di berava salan de çend dest li avê ketin,
Û bê hesab bê hêrs man
Gava nêrîn paqij û navsere bûn...

Divê mirov hevdu carek jî
Bi vî halê hev ramûse.
Ne bi tatela demê û tirsê
Ji dil, bi rûyekî qermiçî

An qet nebe qehweyeke sibê bi hev re vexwe
Bi halê malê.