A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Kêmber
297 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Kêmber

Terzî bû
Diya min.
Wê ruhê min bifesilanda,
Wê qîzeke qîzane bidûrata ji civatê re
Carekê
Ne mexsûs
Bi xeletî
Ruhê min da ber meqesan
Ji wê roıjê û vişr de
Dil bidim kîjan jiyanê
Kêm derdikeve ruhê min
Kêmber e
Ji vî parçeyê kirasekî dernayê
Ji jiyanekê re
Bi ruhekî pînekirî digerim ez jî

*Sindoqa Dirûnê.