A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Hewî
399 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Hewî

Min nazenînbûna pîrekbûna xwe
Kir berdêlîya azadîya xwe

Bi belalûk in destên porê min
Min heft çarşem ceh da berê jî
Jê neçû

Bi bûkik in çavên dilê min
Min gerand li ber derîyê kezîyên dotmaman
Yên ku bûne miradên pismaman
Tewş bû

Pîrekbûnê wek birîneke vekirî
Digerînim di paxila xwe de
Birînên min ên kurmanc
Bûne hewî jê re

Du birîn ji pêsîrekê şîr vedixwin
şîrê pêsîra nexweşokî
Bi bindestîyê herimî ye
Dîsa jî birînên min ên kurmanc bi hukim in
Bi ine in

Bermalîya êşa dilê min ew in