A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Heftoka Şînê
348 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Heftoka Şînê

(NA)sname
Yekî tenikî dirêj bû
çavên wî reş

(NA)vnîşan
çû

(NA)htorên wî
Me nizanibû
Kîjan stêrk bêriyên wî guhdarî kirin
Kîjan xweliya xwelîser ew veşart

(NA)lenala me
Me nizanibû
Me ji dûr ve stranek dikir sebrik
Di ber dilê xwe di da
"min bihîstî tu nexweş e
çi bikim bextê me tim reş e"
Kenên me yên zaroktiyê hîn şînî ne
Lîstikên me stûxwar
Gurên çiyan teyrên ezman bûn hevalên me
Bêdengiyê, te guhên me xwar

(NA)me
Ku tu bihata, bi çi halî
Min ê çokên xwe ji te re bikra balîf
Min ê birînên te bi hêsirên xwe bişuşta
Min ê bi bijangên xwe kêl biavête birînê te
Min ê tu bi porê xwe bipêça
û li ser te heft rojan biloranda
"lo lo pismamo çima tu deng nakî
serê xwe carek bilind ranakî"
Ez û çend biharên rengîn bi pey te biketana
Kuçe bi kuçe ji xatir xwestina te re bilîrandana
Heta barana çaven me can bidana

(NA)kokî
çend dilop şîrê diya min
Ji çemê hêza Antîgone bû
Qaşo min jî jê vexwaribû
Malwêran im ez negîham te
Nebûm Antîgonaya te

(NA)yêgotin
çûyîna wî
Car carna dibe îskeîsk
Lê nayê gotin