A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Em Elimîbûn
126 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Em Elimîbûn

Em elimîbûn
Hûtên xerîb
Hercar dihatin
dev diavêtin berxikên me

Vê dawîyê
Hinek ji me jî
Di çend şevên nebixêr de bûn hût.

Çîrokên zarokatîyê rast gerîyan
Me ji kir haho:

``Şêr Şepal xezal
ji çîyayên jor werin xwar
Birayan bira xwar. ``

ji: Bûka Baranê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?