A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Dudilî
715 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Dudilî

bi bêhna jiyaneke din

û bi ser min de negrî.
çavên min ji ber lehiyekê
ji min re mane.
hêsrên min
têra şûştina şopên van kolanan nakin êdî

nê,
hesretên çolistana tiliyên min
bi şopên xwe yên derewîn neherimîne.

nê,
jixwe lêvên te wek devên du meqesan e
her bi min vedibin
parçeyek ji dilê min hildiqetînin

nê,
xwe li bajaran dixînim
sûretên te li ser rêyan radixim
ji bo te jixwe biqetînim

bê,
bê û vê dûrbûnê ji ber min berhev bike
wan ewrên, min ji bo danekî gazî wan kirine
û hatine bûne mêvanên çar demsalan, biqewrîne
ji derdora çavên min

bê,
serê min bûye dareke ji pirsan
bê û vê darê bide ber birrekan
ji te çêtir kujer nîn e, ji min re.

bê,
yê ku karibe xwedayan biafirîne
rêya kuştina wan jî dizane

bê,
qesreke bêhempa bû, dilê min
berî gava te ya ewil
çawa bûye xaneke xerabe ya serpiştê
bê û vê ecêbê temaşe bike

nê.

*ji pirtûka wê