A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Diyarî
478 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Diyarî

Qazaxê xwe li min kir, di şeveke sar de
Bêhna wî jê dihat.
Got ku rojekê kevn bû;
Ji hev veke
Ji qîza xwe re bike papik
Yê ji ber ma jî
Bike tejik
Li navdera deriyê oda xwe raxe.

Ji bo
Her cara tu çûyî û hatî
Bila bêhna laşê min
Bin lingê te ramûse
Bêyî xebera mêrê te.