A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Diyarê Bakîre
382 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Diyarê Bakîre

“What is done can not be undone”
Shakespare

Her kuçeyek te bûbû Golgotha ji min re
Ewqas pîroz ewqas dirinde
Hesirên min qefle bi qefle
çavên min bîhn çikyayî digihîştin ser meytên xwe.
Min, ji notayên nalînên te,
Lorîk rêz dikirin ji zarokên berşîr re
Min jî destmal nedinexşandin ji destgirtiyê xwe re.
Ez Natorên xirbeyên te,
Nobedarê hubriya te
Qurbana neynuka te ya heram bûm
Destê min ji te nedibû
Te rojek destê xwe di serê min neda
û tu hîna wê kembera reş ya ku serî mîna mar in
Dijdînî li pişta xwe.
Ez jî dahwa keçbûna jiyana xwe ya ku te bê qelend ji
min stendiye dikim
Tu hîn dawa çi dikî
Ey diyarê bakîre
Ey Diyarbekir