A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Di Paşila Xwe Ya Kavil De
365 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Di Paşila Xwe Ya Kavil De

Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşî
bi sebrikan xwedî dikir
bi bendemayînan kedî dikir

serê pêsirên wê tim bi hinne bûn
amedebûn ji her dawetê re

roj,êvarekê di nav herdu pêsirên wê de çûbû ava
bi dû kurtêlên tirêjan diket
ji bo roj hilê di paxila wê de
xwe dispart darên ziyaretan
çend ta ji keziyên jinebî
kir hêvî û girêda
li şaxek dara ziyaretê

ji: Keziyên Jinebî, rûpel:22