A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Çû
1245 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Çû

Yekê tenikê dirêj bû
U çavên wî reş
Bêrîyên wî, nediepisîn dilê wî
Bi mirinê re bibû heval
Wek hevalek rojane, wî xistibû milê xwe
çû
çiya hemêzkir
Kenên me yên zaroktîyê hîn digirîn li pê wî
Lîstikên me stîxwar
Em bi gurên çiyan û teyrên ezmanan re bûn heval
Lê ji durîya wî re nebûn heval

Min nizanibû
Kijan kevir bûn balîf li bin serê wî
Kîjan stêrk bûn heval, gohdarî kirin hêvîyên wî
Kîjan axa çav birçî veşart bedena wî
Min nizanibû
Min stranek ji xwer kiribû sebrik
Di ber dilê xwe dida
Bi dengekî nizm, min ji xwe re digot:

"Min bihîstî tu nexweş î dilo...
Derdê xwe ji kesê re nabêjî dilo...
çi bikim bextê me tim reş e dilo...
Carekî nebûye geş e dilo..."

Carek bihata
Mine çogê xwe jê re bikira balîf
Minê bi bijankê xwe kêl bavêta birînên wî
Minê wi bi porê xwe bipêça
Minê heft roja li ser biloranda:

"Lo lo pismamo tu çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî"

Em bi gurên çiyan û teyrên ezmanan re bûn heval
Lê ji dûrîya wî re nebun heval

Nizanibû, çend buharên rengîn li pêy wî digirîn
Nizanibû, kuçên em têda mezin bûn sînine
Nizanibû, du dilop hêsir di çavên me de veşartîne
û herdem amadene
Ji bona werin xwarê