A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Çi Bû Çi Nebû
166 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Çi Bû Çi Nebû

0
Li atmosfera dilê min
Ji sedî bîst û yek bû

1
Payizeke bi hukum bû
Pelên zer hîşt ji bo donzde me han
Her pelek bû pêlek har
Ameda Parîsa dilê min
Bû payiza emrê min

2
Agirekî dêmanî bû, ne koçerî
Wextê min li stranan guhdarî dikir
`And you don`t know
how l wish you were here`
Ne dibû sebrik
Sewatên niştecîh bi bayên biyanî hênik nedibûn
`Xirabo weleh tu xirabî bileh tu xirabî
bi sonda mele û şêxan tu xirab î
te çawa kir terha min keçikê, min kevokê...`

3
Wek kirasekî heram bû
Ez jî kevanî
Min evîna wî sê caran bi xweliya sor dişuşt
Hîna bi ser xwe de dikir

4
Zarokekî lalûte bû
Sê zimanan xwe daliqand li vî bajarî
Her tîpekê stêrkek dikir ruhstînê xwe
Ferheng dihatin şewitandin li ser bircan
Evîneke bêpeyv û bêdeng bû
û du pandomîmên hêja afirand ji me

5
Evîna wî ji nexweşiya hemofîlî bû
Wextê ku brîna dil der dibû
Êdî xwîn nedisekinî
Bi dermanan

6
Bextewariya me wek otobozên şîn bûn
Ên ku di ber mala me re derbas dibûn
Em her tim bi du gavan dereng diman

7
Evin azmûnek bû
Sê xeletî dibûn qelendê rastiyekê
Ew bersiva rast bû
Dibû berdêliya xeletiyê

8
Ji xeletiyên xwedawendan yek jî
Evina me ye
Bi nezanî
Ruhek bera du laşan da ne
Heta li xwe hay bibin û lêborinê bixwazin
Em ê weha nivco bigerin
Bêyî hev

9
Evîndareke tûyê ya reş bû ji daran
Li hewşa mala me bû
Ne li der û doran
Em li dûr li hev digeriyan
Me hevdu nedidît wek koran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?