A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Bûka Baranê
244 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Bûka Baranê

Li Deriyê Mêrdînê
Di nav wan kuçeyên teng de
Bi bêhna nanê tenûrê û
Li ber agirê balîcanên birajtî
Ku tu, hîn ew pîreka li ber derî rûniştî yî?
Wan evînên min ên zarok,
Wan cvfnên min ên şikestî
Bike dawa xwe û îşev kil bike
Amedê.

Ez ê îcar ji caran
Destên xwe yên heta niha çogên min dihelisandin
Li defa singa te bixim.
Singa te ya bideq, binexş ku
Dikare pîrekekê jî ji serî derxîne.
Ez ê destên xwe li defa singa te bixim
û ez ê îşev pirsekê ji te bikim
Amedê.

Hercarê, tu ew hûtê heftserî bû(yî)
Me tu, bi tametîkên goşeyên dilên xwe,
Bi şêrînên ber dilên xwe xwedî dikir
Tu, wê xwedawenda bêwijdan!

Can bi me ve nema
Dil bi me ve nema
Taqet nctna
Îşev birçî raze
Amedê.

Dayikên ku berxên xwe di nav sînga te de veşartî
Çend sal in, hebriyên bêmorîk didin serê xwe?
Çend sal in, tu jî dijmêrî wek min biharan?
Hebriyên wan, ev çend bihar in ji keskesoran dûr
Hebriyên reş qasidên biharan e
Biharên li me reş geriyane.
Ji kerba wan re
Îşev
Hebriya ku me di xwazginiyê de avet serê te
Û me tu kir destgirtiyê xwe bavêje,
Tu jî xwe serqot bike
Amedê.

Ji kerba,
Me porên xwe yên
Ku
Ji şîna ezmanê te re dikir desmal
Kurr kirin
Xistin dawa te
Îşev bi girî razê
Amedê.

Û bi ser halan re
Serê xwe yê ku bi serhildanan bilind bûye
Bi kuştina keçên ciwan
Bera ber xwe nede,
Keç ziyaret in
Amedê.

Îşev
Here porên keçên xwe bike gulî
Paçikên xwe bi serên guliyên wan ve girêde
Wek li ber darên ziyaretan
Xwestekên xwe bêje di dilê xwe de
Dîsa bilind bike serê xwe
Amedê.

Dilê min ji te dimîne,
Destê min ji te nabe
Ewqas diherim, têm
Dijmêrim bajaran
Dilê min dîsa li te dimîne
Amedê.

Ez li ber te dikevim
Gavekê dûr bikevim
Bi emrekî bi dû te dikevim
Diherim têm
Di nav evîna te de
Bêtaqet dimînim
Dîsa
Wek hercar
Bêşik,
Bêçar
Li ber deriyê te dikevim.
Ka veke hemêza xwe,
Dildara te ya misêwa hat
Amedê.

Ez, serapa zivistan im
Û li meydanê me,
Bêtaqet,
Bê şûr,
Bê fîstan im
Dîsa serê min deyne ser çogên xwe
Meselokan bibêje
Bila em dîsa bi bêxembûna Iîstika bûka baranê bin
Û kenên xwe yên hebhebî
Hebo hebo li deriyan belav bikin
Amedê.

Bibêjin hîna
Bibêjin dîsa:
“Bûka me baranê dixwaze.”

Payîz 2005
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?