A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîzer - Arkeolog
647 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîzer - Arkeolog

"Ji bo Mihemed şêxo"

Dengê te yê nexweşokî
Arkeologekî biserketî ye
Li ser birînên rihê min
Her tim dikole
û
Hinekî xwelîya goristana dilê min
Dimîne
Li ser pûşîya reş a li ser dengê te
Hêsirên min îşev ji dengê te radimûsin.