A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Gulîstan Dêrikî - Ez Balîfa Xwe Biguherim, Tu Dê Ji Bîra Min Herî?
184 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Gulîstan Dêrikî - Ez Balîfa Xwe Biguherim, Tu Dê Ji Bîra Min Herî?

çi cara serê xwe deynim ser balîfê,
tu ji çavên min diherikî...
ne yek, ne du, ne sê...
tu hewqas pir bûyî di jiyana min de...

Ez bahlîfa xwe biguherim, tu dê ji bîra min herî?

Helbestvan gotiye: "Evîn hespekî çîlspî ye û jixwe herkes nikane lê siwar bibe."
tu qet li hespa siwar bûyî?
tu dizanî ku hesp azadî ye jî?..
ez nezîkî azadiyê bûm û nezîkî evînê...
nehiştin ku ez li hespê swar bim.
birîn kirin, ketim erdê!
tu qet birîndar bûyî?
birîna ku kes nikane bipêçe...

Ez bahlîfa xwe biguherim tu dê ji bîra min herî?

Ez hîn di bîra te de me,
an te ez ji bîr kirim?
tu li bazarê bigerî û dergûşa darîn î biçûk bibînî,
ez ê werim bîra te?

Te ez ji bîr kiribim,
jixwe dergûş nayê bîra te...
te soz da ku ji min re bikirî.
te soza xwe ne anî cî!

Tu zanî... Ez ê bikirim........
xeyal û hêviyên xwe tê de bilorînim,
ji bo ku negirîn...
de lorî lorî..

Ez bahlîfa xwe biguherim tu dê ji bîra min herî?

Masîkî li kû bibînim, tu dê werî bîra min.
te ji masî gelek hez dikir.
te qet dîtiye masî giryaye?
bawer nakim ku te dîbe...
dibêjin wexta YAR diçe,
di derya evînê de digirî...
tu qet giryayî ji bo evînê?
giriyê bi dizî...

çi cara serê xwe deynim ser balîfê,
tu ji çavên min diherikî...
ne yek, ne du, ne sê...
tu hewqas pir bûyî di jiyana min de...

Ez bahlîfa xwe biguherim tu dê ji bîra min herî?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê