A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Goran Salih - Nîştîmanî Eşq
177 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Goran Salih - Nîştîmanî Eşq

Ey nîştîmanî eşqî min
Ey kenarî xozgekanim
Were ba bawaş be yek keyn
Le turre bûn peşîmanim

To nazanî çend dill xoşim
Ew kataney tom le laye
Ger to dûr bî emin demirim
Le tenyayî û lem sehraye
Ey qederî umêdî min
To ferhengî bo jiyanim
Ey şewqî çiray şewanim
Min be eşqî towe ciwanim

Herçî name le hestmaye
Min bo rohî toy anêrim
Ewey heme pêşkeşit bê
Hemûy be ciwanît despêrim
Ta nemirdûm têr mestim ke
Be bînînî ew çawane
Ba çîtir bê beş nebim min
Le tirîfey ew maçane
Helbestên din ên Helbestvanî/ê