A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Goran Haco - Gund û Bajarên Çadirî
364 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Goran Haco - Gund û Bajarên Çadirî

Bere xeyni min bistrên
Bo asitiyê bo dostaniye
Biratiyê û pisigiriyê
Bere xeyni min bistrên
û kund dike waqe waq
Dinava kavilên gundê mide
Dinava kavilên gundê mide
û dexl û rez digrin
Ji bêrikifinê
Ji ber dengê stranên palan êdi nayê?
Bere xeyni min bistrên
Bo asitiyê
û li wê
Li pist diwarên
Ji têla direhî
Dinava tariyê de
Dinava seqema zagros de
Li kurên bê u mêdiyê
Gund û bajarên çadiri
Bê hejmar sing kutane
Bere xeyni min bistrên
Bo biratiye û asiliyê
û xwisk û birayên min
Dost û pismamên min
Sîrmijên bi jiyanê ça nebûyi
Daykê dilsikesti
Bûkên nazdar
Di mistewteneyên xemgûniyê. tayê
û esa zirav
Rojê hezar carî dimrin
Bere xeyni min bistrên bo asitiyê
û hemwelatiyên minî
Ku bi nanê rûmetê
û azam
Mezin bûne
Mane li benda
Comerdiya `demokratên` roavayê
Bazirganên jehrê
Mane li benda
Comerdiya xanimên ewropa
û pista dayka min bûye xerite
Sûna qamçiyên
Nevhi çirçirkên contirkan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê