A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Goran Haco - Diyalog
1037 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Goran Haco - Diyalog

Bi sond bi peyman
ez ê nehêlim kuç li ser kuç
kit jê nehêlim
ez ê bajar bikim
dojeha li ser riwê erdê.
da "gawir" vegerine
ser riya "Ala"ya mezin.
Bila êdî Şirnex bêje
xwezî bi Dêrsimê geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe.
De lêxin "gurên boz" lêxin
kit ji wan nehêlin.
Bila zanibin
cihê şûrê me lê bilind bibe
ti serî xwe ranakin dibê
dixindirine newala
lêxin "Aslanlar" lêxin
mizginiya "mirinê" bighênine
Qulpê û xwişmakên wê
Bêjin vaye hat "mirina zer"
Bila ev çiya û zinar
nas bikin ez kî me
ez im "Sayar" im
neviyê "Xanê" mezin
yê "Ata" û yê "lsmet inönü"

pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nava te ye
alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr,
hin gelek dîtin bahozên "zer"
li vî erdî gelek nîv-mirovê
di çav xwe de "fêris"
di nava xwe de "newêrek" û "bêbext"
derbas bûne,
gelek hatine bablîsokên "zer"
te behsa "`Xanê" mezin
"Ata" û "lsmet" kir
ew hatin û çûn
lê ez li vir im
ez li vir im
li ber dîwarê birca Amed
ez li vir im mîna Surhê me

li ser singa te
mîna direhê me
di gewriya te de
di çavên te de
bablîsoka ji agir im
mîna surhê me li ser singa te

birçî tazi bider serê xwe natewênimo
sirûda welat dixwînim
kolonan dadigrim
bi rê ketiye "meşa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şorêşê
bûme dîwarê qalind li ser singa te
li vir im
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenûra dayka şêrîn im
ez li vir im hevîrtirş im
di legena hevîrê welat de
ez dipêjim nanê "Kurdayetiyê"
Asabên min ji cemeda kula "Agirî"
di dilê min de dojeha sor
dema ez sil dibim latê diguvêşim
ax nanê min e eger birçî bim
lê disa li vir im
bar nakim her li vir im
sûrha giran im li ser singa te
ez baz im û hêlîna min e
"Bagok" û "Herekol"
ez pêşmerge me "Egîd im"
dîwarê qalind im li ser bedena te

bipirse ji "Îskenderê Mezin"
ewê bêje te
çend dijwar e tîra min
ewê bêje te çîroka min
ev çiya carekê rabûne
go hew bitewin

Sûrh im li ser singa te
li vir im û bang dikim
birayê xwe li pişta xetê
li başûr li barêş
were ba min ka destê xwe?
pişta te me "Sûrha Çin"
bawer meke gotinê "marê zer"
"rih dibê bost, lê dijmin nabê dost"
Paşayê "Kor" mîrê Rewandiz
mîna Bedirxanê Botan
na gotin, bakur û başûr
dane ber xwe
ji Dêrsim heta bi Mûsil, Kerkûk

gotina min lawê Mezopotamya
em in lawê Kurdistanê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê