A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Girê Dersilê - Navê Yarê
216 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Girê Dersilê - Navê Yarê

Navê yara min welat wê kirine çar perçe
Bi deşt û zinar û lat,bi şar û gund û navçe
Mêtinger bi ser de hat beraz û gur û hirç e
îro li dijî guran serhildan e şervanan

Kurd ji hev ketine dûr,bi destên çar neyaran
Hinek mane li bakur bûn e dîlên tûrana
Hinek li alî başûr ketne destên ereban
îro egîtên Kurdan xera dikin van xetan

Navê yarê niştiman bo çi ketiye destan
Newal û çem û zozan,dar û ber û gulistan
Dijmin dikuje berxan,wek keftarê daristan
Wê hildin heyfa mêran,şêrên lat û zinaran

Hinek jî li rojhilat,mêtingerê wan fariz
Li başûr û rojhilat me berdidin hev bi tiz
Dimsînin xwîna welat,ecem û roviyên diz
Wê derxin der roviyan,van pilingên Kurdistan

Navê yarê Kurdistan,dixwaze rizgariyê
Bindesta li nav cîhan,naxwaze dîlîtiyê
Wê rizgar be’j neyaran,bi artêş û eniyê
Wê li birc û kelatan,li babe Ala Kurdan

Avrêl/1996